Lînkên eksesibilîtî

Hêzên Sûrî Herêmên Berfereh li Navenda Welêt Kontrol Dikin


Hêzên hikûmeta Sûriyê û hevalbendên wan li navenda welêt, herêmên mezin ji bin destê Daişê rizgar kirin piştî du rojan ji dorpêçkirina wan, li gor gurûpeke çavdêriyê û baskeke leşkerî ya Sûrî.

Navenda Medya Leşkerî ya Sûrî û Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye, dibêjin hêzên Sûrî û hevalbendên wan herêma navbera bajarokê navendî Suxna û Şair li rojava kontrol kirin.

Roja Sêşemê hêzên Sûrî herêmeka bi berferehiya 2000 kîlometrên çargoşe dorpêçkir ku bi navê Badiye tê nasîn.

Di van mehên dawî de, hêzên Sûrî û hevalbendên wan li ser sê eniyan pêş ketin dijî Daişê, bi piştgiriya êrîşên esmanî yên Rûsya.

Bajarê Dêr el-Zor li rijhilata welêt, yek ji armancên serke yên hêzên Sûrî ye ku bi salan e di bin destê çekdarên Daiş de ye.

XS
SM
MD
LG