Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Erdheja Sûriyê Herî kêm 20 Girtiyên Daişê Ji Zindaneka Raco Direvin


Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Girtiyan roja Duşemê li zindaneke bakurê rojavayê Sûriyê serî hildan piştî erdheja welêt, û herî kêm 20 kes ji zindanê reviyan ku piraniya wan endamên "Dewleta Îslamî" di wan de ne, çavkaniyeke zindanê ji Ajansa France Press re got.

Zindana polîsê leşkerî li bajarokê Raco ya Efrînê li nêzîkî sînorê Tirkiyê nêzîkî 2,000 girtiyan vedihewîne, ku nêzîkî 1,300 ji wan gumanbarên çekdarên DAIŞê ne, li gor wê çavkaniyê. Di girtîgehê de şervanên hêzên Kurd jî hene.

Berpirsê girtîgeha Racoyê ku di bin kontrola komên alîgirên Tirkiyê de ye, got: "Piştî erdheja ku bandor li Raco jî kir, girtiyan dest bi serhildanê kir û beşek ji girtîgehê xistin bin kontrola xwe."

"Nêzîkî 20 girtîyan reviyan... ku tê bawerkirin çekdarên DAIŞê ne."

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan ku bingeh li Brîtanyayê ye, got ku ew nikarin piştrast bikin ka girtî revîne yan na, lê piştrast kir ku serhildanek hebû.

Li herêmên di bin destê serhildayan de li bakurê rojavayê welêt, herî kêm 733 kes hatin kuştin û bêtirî 2,100 birîndar bûn, li gorî koma rizgarkirinê ya Kumspiyan.

Bûyera li Raco tê piştî êrîşeke Daişê di Kanûnê de li ser komplekseke ewlekarîyê li paytexta wan a defakto ya Sûriyê ya berê, Reqa, ku armanc ew bû hevalbendên cîhadî ji zindanekê li wir azad bikin.

Di êrîşê de 6 endamên hêzên ewlekarî yên bi pêşengîya Kurdan ku kontrola herêmê dikin hatin kuştin.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG