Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daiş 3 Sivîlan Bi Şêweke Hovane Dikûje


Rêxistina bi nav Dewleta Îslamî (Daiş), sê girtiyên sivîl li Şûnewarên dîrokî li bajarê Palmyra Sûrî bi stûnên kevrîn yên dîroka serdema Romaniya ve girêdabûn, paşan tevî stûnan bi bombeyan teqandin e.

Ajansa Associated Press(AP) ji bajarê Beyrut li gûr çavdêran dide xweya kirin, ku, ev şêwazê herî dawiyê bû yê kûştinên hovane yên Daişê, beriya niha wê kûştinên weke serbirîn, şewitandin û xeniqandinên di zîndanan de encam dane.

Çavdêriya Sûrî jibo mafên mirov radigehîne ku, wan belge derbarey tawanê hene, Daişê ew sê kes li Palmyra (Tedmor)ê bi şêweke hovane kûştine.

Çalakvanê bi navê Nesîr Alsayir jibo ajansa AP daye xweyakirin ku, êvariya roja dûşemê ev sê kesên sivîl ji bal çekdarên Daişê de hatine kuştin, lê nasnam van kesan heta niha nehatiye zanîn.

Çavdêriya Sûrî jibo mafên mirov toreke berfireh ya çalakvana li seranserî Sûriyê heye, ya ku, bingeha wê li bajarê Londonê ye dibêje, vê dawiyê Daiş metodên dirindane yên kuştina dijberên xwe di afirîne, daku xelk çavtirs bibe.

Berîya çend rojan weke di mediyayê de hatbû weşandin, Daişê kesek din, weke sebazekî arteşa Sûrî nîşan dabû, bi saxî xist bû jêr tangekê û tang di ser re derbas kirbû.

XS
SM
MD
LG