Koalisyona navnetewî ya dijî Daişê û çalakvanên Sûrî got çekdarên Daişê hewil da ji girtîgeheke bakurê rojhilatê Sûriyê birevin, lê Hêzên Sûriya Demokrat HSDê bi awakî serkeftî aramî sepand.
Çalakvanên navenda agahiyan a Rojava got hêzên dijî terorê roja Înê li derdora zindana bajarê Dêrîkê û ser banên wê hatibûn belavkirin piştî hewildana revê ya Daişê .
Çalakvanan got firokên şer di ser zînadanê re firiyan.
Peyvdarê koalisyonê kolonêl Scott Rawlinson got hemî girtî berpirs hatin dîtin piştî ku HSDê rûdan vehewand.
Wî got hêzên koalisyonê bi çavdêriya esmanî piştgiriya HSDê kir, lê agahiyên berferhtir dabîn nekirin.
HSDê bi sedan çekdarên biyanî yên Daişê li herêmê girtine û ji civaka navnetewî daxwaz dike ku wan wergirin da ew li welatên xwe bên dadgehkirin.