Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûriyê Dibêje Îsraîlê Êrîşên Esmanî Li Humsê Kirine


Artêşa Sûriyê îro Yekşemê bi daxuyanîyeke ragihand ku Îsraîlê dijî hin heremên li nêzîkî bajarê Humsê yên di bin destê hikûmetê de êrîşên esmanî yên mûşekî pêk anîn û di encamê de tenê ziyanên madî çêbûne.

Artêşa Sûrîyê got ku Îsraîlê ji Beyrûta paytexta Libnanê ew mûşek avêtine û hêzên wê bersîv daye ku di encamê de piraniya mûşekan têk birine û herwiha polîsê Sûrî bermahîyên mûşekekê li derveyî navenda Humisê bidest xistine.

Berdevkekî leşkerî yê Îsraîlî jî ragihand ku Sûrîyê jî mûşek avetine ser Îsraîlê, lê firokeyên şer yên Îsraîlê bersiv dane û êrîş birine ser hejmareke armanc li Sûrîyê, di nav wan de jî bingeheke berevaniya esmanî ya Sûriyê, ku ji wir mûşekek dijî firokeyan ber bi Îsraîlê ve hatiye avêtin.

Polîsê Îsraîlê got, bermahiyên mûşekên Sûrî li Rahat, bajarokeke ku 180 km li başûrê xeta agirbestê di navbera herdu welatan de ye, hatine dîtin.

Îsraîlê di mehên dawî de êrîşên xwe yên ser firokexane û bingehên esmanî yên Sûrî zêde kirine, bi armanca ku karanîna ji hêla Îranê ve asteng bike ku tê îdiakirin Tehran bo gihandina çekan ji hevalbendên Sûrî û Libnanê, di nav de Hizbullaha Libnanê jî, qada esmanî ya Sûrî wek xetên dabînkirinê, bi kar tînin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG