Medyaya dewletê ya Sûrîyê, SANA ragihand ku Îsraîlê bi muşekan êrîş biriye ser dora Şamê.
SANA dîyar kir ku di êrîşê de 2 leşkerên Sûrî hatine kuştin û zararên madî çêbûne.
Li gor ragihandina SANA muşek ji hêla Girên Golanê hatine firandin û sîstema berevanîyê piranîya wan muşekan xistine.
Çavdêrîya Surî ya jibo Mirovan (SOHR), ku ji Brîtanya şer dişopîne, ragihand ku hejmara kuştîyan 3 ye.
SOHR’ê dîyar kir ku du mîlîsên girêdayî Îranê û leşkerekî Sûrî hatine kuştin.
Îsraîlê ser nûçeyên derbarê êrîşê ti şirove nekir.
Jêder: Reuters