Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîye Dibêje Îsraîlê Êrîş Birine Ser Firîngehên Wê


Sûrîyê îro Pêncşemê ragihand ku hêzên Îsraîlê êrîşên muşekî yên hevdemî birine ser firîngehên Şamê û Helebê.

Li gor ragihandina karbidestên Sûrî, xizmetên li her du firîngehan jî jiber êrîşê rawestîne.

Medyaya dewletê ya Sûrîyê, SANA ji zarê karbidestekî leşkerî dîyar kir ku Îsraîl dixwaze bi êrîşên li Şam û Helebê bala cîhanê ji ser şerê Îsraîlê yê li Gaza yê dijî Hamasê bide hêleke din.

Artêşa Îsraîlê dîyar kir ku ew ser nûçeyên wisa ti şîroveyê nake.

Îsraîl bi salan e li Heleb û Şamê êrîşan dibe ser navendên ku dibêje girêdayî Îranê ne.

Hin jêder dibêjin ku armanca êrîşên Îsraîlê qutkirina xetên veguhestinê yên Îranê û Sûrîyê ne.

Ji despêka şerê navxweyî yê Sûrîyê vir ve, ku sala 2011an destpê kiribû, bandora Îranê ya li wî welatî zêdetir dibe.

Êrîşên roja Pêncşemê, rojek berî ku Wezîrê Derve yê Îranê serdana Sûrîyê bike li dar ketin.

Tehranê êrîşên Hamasê yên dijî Îsraîlê pîroz kir, lê dîyar kir ti peywendîya wê bi êrîşan tuneye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG