Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Urdunê li Başûrê Sûrîyê û Pirsa Şerê Terorê li Wan Nevçeyan

Êrîşên esmanî yên Urdunê li ser hin deverên başûrê Sûrîyê, ku Emman ew wek bersivekê li ser êrîşa li Dêra li bajarê Kerekê binav kir, careke din balê dikişînin li ser gefa torên tundrew li ser ewlehîya Urdunê û asta hevkarîya ewlehîyê ya navbera Emman û Şamê ji nû ve zindî kirin.

Di dema ku Urdunê dibêje armanc torên girêdayî Daiş ê bûn, Şam êrîş şermezar kir û got ku bêyî hemahengîya berê hatine kirin.

Wezîrê ragehandinê ê Urdunê Mihemed Mominî got ku encamên destpêkê nîşan didin ku zîyanên mezin gihîştine rêxistinê, ku bi zêdetirî 20 çekdarên Daişê hatine kuştin û enbargeheka mezin a çekan bi temamî hatiye rûxandin.

Mominî tekez kir ku sebra wan li hember tevgerên van rêxistinan nemaye, û got ku rêxistina Daişê metirsîyeke hevbeş li ser Sûrîyê û Urdunê çêdike.

Hesen Ebû Heniyê: Tundrewî li Urdinê bi Tevliheviya Herêmî Zêde Dibe

Lêkolînerê Urdunî û pisporê tevgerên îslamî Hesen Ebû Heniyê, dibêje ku êrîşa li ser Dêrê yekem bûyera bi rengê tundûtûjiya mezhebî li Urdinê bû.

Hassan Abu Haniya, an Amman-based analyst of Islamic groups
Hassan Abu Haniya, an Amman-based analyst of Islamic groups

Ebû Heniyê gote Dengê Amerîkayê, " Urdun di nava jîngehekê de ye ku gelekî dijwar e. Rewşa aborî baş nîne û herwiha nebûna demokrasîyê û ne jî azadîyên têr hene. Ji ber vê yekê, ez bawer dikim ku Urdin niha di rewşeke zor de ye. Ev yek tundûtûjiyê xurttir dike, û ev nîşan dide ku sedemên tundrewîyê piranî binesazî ne, ne ku tenê diyardeyên cudabûnê ne.

Ev rewş hem tundrewîyê û hem jî nîgeranêyê zêde dike. Ez bawer dikim ku rejîma Ûrdinê gelek nîgeran e, ji ber ku herêm û cîhan di rewşekê ne aram û nazik de ne. Ev jî rasterast bandorê li ser Urdinê dike. Dema ku zehmetiyên aborî yên Urdinê jî lê zêde dibin, rewş dibe metirsîdar. "

Li gorî wî, tevlihevîya li Sûrîyê, Îraqê, şerê navbera Îran û Îsraîl-Amerîkayê û herwiha belavbûna hejarî û bêkarîyê dikarin şert û mercên ku tundrewî jê sûd werbigire zêde bikin.

Clarke: Astengkirina DAIŞê Li Sûriyeyê Erkek Zehmet e

Colin P. Clarke, rêveberê giştî yê Navenda Soufan li Washingtona paytext, dibîne ku di herêmê de hîn jî torên girêdayî Daişê hene ku bandora wan digihîje Urdunê jî. Ew dibêje ku ev tor dikarin di salên pêş de bihêztir bibin, bi taybetî dema ku şervan ji hin herêman derdikevin û li herêmên din bicih dibin.

Colin P. Clarke, Executive Director of The Soufan Center
Colin P. Clarke, Executive Director of The Soufan Center

Clarke ji Dengê Amerîkayê re got, " Ez bawer dikim ku rêveberîya Trump dê hevkarîya ewlehîyê û parvekirina agahdarîyên îstixbaratî bi Urdunê re zêde bike, ji ber ku Urdun berê jî hevpeymanek nêzîk a Amerîkayê ye."

Di derbarê Sûrîyê de jî, Clarke dibêje " bawerîya min hikûmeta niha ya Sûrîyê di astengkirina torên girêdayî Daişê de rolek pir girîng heye. Lê ev kar ne hêsan e, ji ber ku hikûmeta Ehmed Şeri’ niha bi gelek mijar û pêşengîyên din re mijûl e. Li gorî min, pirsgirêk ne kêmbûna daxwaz an îradeyê ye, belkî kêmbûna şîyan û şertên pêwîst e. Ji vî alî ve, Amerîka dikare alîkarîya Sûrîyê bike."

Ramî Ebdulrehman: Metirsîya Tundrewîyê Ji Sûrîyê Derbasî Sînoran Dibe

Ji aliyê xwe ve, Ramî Ebdulrehman, rêveberê Çavdêrîya Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR), hişyarî da ku metirsîya komên radîkal tenê bi hebûna wan a çekdarî ve sînordar nabe, lê belê jîngeha bîrdozî jî dihewîne ku alîkarîya belavbûna ramanên tekfîrî û şîdetê dike. Wî tekez kir ku rûbirûbûna radîkalbûnê, di tenişta tedbîrên ewlehîyê de, hewcedarî hewldanên bîrdozî, kultûrî û perwerdehîyê ye.

Ebdulrehman gote Dengê Amerîkayê, "Şerê li dijî ramanên tekfîrî û tundrewî divê bi heman demê re li dijî komên çekdar, çavkanîyên darayî yên wan û hewildanên ji nû ve rêxistinkirina wan were meşandin. Ev metirsî tenê bi Sûrîyê nayê girêdan. Dikare bigihêje Urdin, Îraq, Lubnan û welatên din ên herêmê jî. Ji ber ku ramanên tundrew sînoran nas nakin. Dema ku di nav civakekê de belav dibin, bandora wan ji wê civakê derbas dibe û digihêje tevahiya herêmê."

Fadil Ebû Rexîf : Îraq Li Dijî Daişê Ji Urdunê Bihêztir e

Pisporê ewlehiyê yê Îraqî Fadil Ebû Rexîf êrîşên asmanî yên Urdunê wekî êrîşên pir baş û bi bandor” binav kir û got ku ew dikarin metirsîya derbasbûna komên tundrew ji axa Sûrîyê ber bi Urdunê kêm bikin.

Ebû Rexîf gote dengê Amerîkayê “Ez bawer dikim ku ev komên tundrew û radîkal ji bo Urdun û Îraqê bi heman awayî metirsî ne. Lê alîyê Îraqî gelekî li hember komên tundrew ên Daiş’ê xwe parastiye. Berevajî Urdunê, rewşa ewlehîyê ya Îraqê di mijara Daiş’ê de bihêztir û mukimtir e.”

This item is part of
XS
SM
MD
LG