Naveroka hunerê li ser hest û dîtinê ava dibe, ji ber wê herdem huner neynika mirovan e, ku bi rêka hunerê kesyatî, hestyarî û ramanên mirov tên ber çavan, bi reng û xêzên destên hunermendan.
Armanj Armanj ( Beşîr Mislim) yek ji wan hunermenda ye, ku bi nîgarkêşiya riwê kesan, behreya xwe diyar dide û di heman demê de jî hestê wan kesan ron û zelel dike.
Aramanj ji gundewarê Kobanê ye , gundê "Tillik" e, ku di salal 1980'ê de ji dayik bûye.
Ji ber rewşa xizaniyê û zoriya jiyanê, tevî malbata xwe li bajarê Reqayê bi cî bûn.
Armanj ji zaroktiya xwe dest ji xwendiyê berda ji ber rewşa malbata wî ya abûrî û ji zaroktiya xwe dest bi kar kir bo alîkariya malbatê bike.
Li bajarê Reqa, Armanj bala hin hunermendan kişand ji Kurd û Ereban, û hino hino wî şûna xwe di nav tevgera hunerî de li Reqa girt.
Di sala 1995'an beşdarî festîvala hunerî ya mûzexana Taha el-Taha bû, û ji wê demê ve beşdarî gelek çalakiyên din bû li nav bajêr û dervî wî.
Ji ber Şerê Sûriya , Armanj li Tirkiyê bi çî bû, lê rewşa jiyana wî zor û dijwar bû, ta ku li herêma Kurdistanî bi cî bû û ta roja îro li Hewlêrê dijî.
Armanj li ser kolanan, wêneyên kesan nîgar dike û dixwaze ku huner li ser kolanan belav bibe, ew pêşangehek bê cî ye, li her derê mirov dikare tabloyên wî temaşa bike.
Bi hêviyek mezin, Armanj qunaxek dirêj ji zor û astengiyan derbas kir û nuha li benda paşeroja xwe ye ku derfeta xwe bibîne û behreya xwe ya hunerî bi her kesî re par veke.