Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Girjîyên Hikûmet û Rêvebirîya Xweser ya Kurdên Sûrîyê


Ciwan Yûsif û Amîna Brîmo
Ciwan Yûsif û Amîna Brîmo

Girjîyên di navbera hikûmeta Sûrîyê û Rêvebirîya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûrîyê de, bilind bûne.

Her çendî ku Rûsya navberîya çareserkirina hin pevçûn û kêşeyan dike û aramîyê vedigerîne, lê girjî tim lidar in û çavdêrîyeke bi guman ji herdû alîyan de heye.

Hikûmeta Sûrîyê. Rêvebirîya Xweser bi pêkanîna ecinde û planên Amerîka li wê herêmê tawanbar dike û rêvebirî jî hikûmetê bi gurkirina êlên Ereb li dijî Kurdan û hewlên kontrolkirina navçeyê tawanbar dike.

Taxên ku hikûmeta Sûrîyê li Qamîşlo û Hesekê kontrol dike, li dirêjîya sê hefetyan dorpêçkirî bûn ji alîyê hêzên Rêvebirîya Xweser de û xwepêşandanên dijî Rêvebirîyê gihîştin asta pevçûn û rûbirûbûnên leşkerî, ta ku Rûsya hefteya borî navberîya her du alîyan kir û li gor rêkeftinekê xwepêşandan û dorpêçkirin hatin rawestandin.

Hebûna Amerîka li herêmê û piştgirîya wê bo Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) cihê nerazîbûna Rûsya û rêjîma serokê Sûrîyê Beşar Esad e, ku dixwazin di zûtirîn dem de Amerîka bi temamî ji Sûrîyê derkeve.

Rêvebirîya Xweser dixwaze Amerîkî li herêmê bimînin, lê di heman demê de dixwaze pêwendîyên wan bi Rûsya re jî xerab nebin û hewl dide pevçûnên rasterast bi hêzên hikûmeta Sûrîyê re nebin.

Berê van girjîyan li ku ye û rêyên çareserîyê çine?

Bernameya Hest û Helwest vê mijarê bi du şîrovekarên siyasî re gotûbêj dike:

Amina Brimo ku li Londonê dimîne û Ciwan Yûsif ku li Swîsra dimîne

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 2/9/2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00

XS
SM
MD
LG