Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xidir Ebdilkerîm: Beşdarbûna Kurdan di Civînên Navnetewî de Pir Girîng E


Di derbarê kêşe û arîşeyên kêm-netew û kêm-olan de, Encûmena Mafên Mirovan ya Netewên Yekbûyî li Geneva kombûnek lidar xist, ji bo giftûgokirina van kêşeyan.

Di vê kombûnê de nûnerên kurdan jî amade bibûn, ku ji 12 sazî û rêxistinan beşdar bibûn. Saziya kurdî ya rawêjkariya Yasayî "YASA" yek ji wan saziyan bû ku li wir amade bû. Dengê Amerîka hevpeyvînek bi nûnerê "YASA" di vê kombûnê de, Xidir Ebdilkerîm re kir.

Birêz Xidir anî ziman ku "YASA" bi 5 xalan daxwaziyên xwe pêşkêşî Encûmenê û kesên amadekar kir, ku bi piranî li ser rewşa Kurdan û fişar û binpêkirina mafên wan yên rewa di nav dewletên desthilatdar de bû.

Her wiha jî wî got ku, pêwistiya Kurdan bi çalakiyên wisa heye, da ku karibin dengê xwe bighînin dunyayê û rewşa xwe zelaltir bikin.

Hevpeyvîna Xidir Ebdilkerîm-12-01-2018-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:50 0:00

XS
SM
MD
LG