Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Baregeha Berevanî ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê Yaseyên Nû Ragihîne


Piştî sê mehan ji rawestandina erka xweparastinê ji ber karantîna veyrûsa Korona ,baregeha berevanî ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li welatiyan kir ,ku di yekî meha Tîrmehê de, ji bo erka xweparastinê serdana navendên leşkerî bikin.

Herwiha ji bo guhertina di rewşa aborî de çêbûyî ji ber cezayên Amerîka li ser rêjîma Sûrî ,dê mûçeyên endamên erka xweparastinê bên bilindkirin.

Hevserokê baregeha berevanî ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan Asî ji Dengê Amerîka re got:

"Em kar dikin ku gelek yaseyên nû ji bo başkirina endamên erka xweparastinê derxin."

Li ser nîşankirina fermandarên Hêzên Sûriya Demoqiratîk wek artêşên fermî bi ritbeyên leşkerî Zîdan Asî ji Dengê Amerîka re da zanîn ku rewşa aloz nehişt fermandarên wan bi ritbeyên leşkerî bên nîşandan.

Li gor yaseya erka xweparastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema erka xweparastinê 12 meh in lê ew li gor demê tê guhertin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Hêzên Sûriya Demoqiratîk ji Yekîniyên Parastina Gel, Yekîniyên Parastina Jin ,Hêza Erka Xweparastinê û hin yekîneyên din ên biçûk ên pêkhateyên Ereb û Xiristiyan pêk te.

Raporta Deng/Rêber Kalo
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:47 0:00


XS
SM
MD
LG