Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêveberîya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê Dê Pîvanên Tund Dijî Korona Bisepîne


Piştî bilindbûna hejmara tûşbûyên korona li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê û wek yedeka li pêş kêmkirina belavbûna vîrusê, rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ji nû ve qedexekirina derketinê û girtina hin beşên bazarê ji bo10 rojan ragihand, ku di heyama van rojan de ên bi korona bên diyarkirin û welatî xwe biparêzin.

Li gor ku peyîvdarê rêvberiya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê Luqman Ehmê ji Dengê Amerîka re ragihandî, dê piştî 10 rojan şaneya kirîza nexweşîya korona biryara qedexekirina beşî rake an pirtir bike, li gor sûda ji qedexekirinê hatî wergirtin.

Piştî biryara encûmena ewlehîya navdewletî ji bo girtina derîyên ne fermî, rewş xerabtir bû, ku pêwistiyên tenduristî bi dijwarî digihin navçeyên rêveberîya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê.

Peyîvdarê rêveberîya xweser ji Dengê Amerîka re da zanîn û got:

“Desthilatdarîya Şamê nahêle pêwîstîyên nexweşîya korona bigihin navçeyên rêveberîya xweser. Her wiha, me ta niha liva çûn û hatinê ya giştî ranegihandîye û derîyê dibistan û zanîmgehan negirtîye, lê me yedekên pêwîst standine. Ku rewş xerabtir bibe, emê biryarên tund bistînin.

Ta roja 30î yê Cotmehê, hejmara tûşbûyên korona ku li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê hatî tomarkirin gihiştine 4,350 kes. Ji bilî ku beşekî mezin jin xelkê tûşî korona bûne, lê nehatine tomarkirin.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng/Rêber Kalo
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00


XS
SM
MD
LG