Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Sûriyê li Kampa Holê li Cîhadîyan Digerin


Hêzên Kurdî gotin ku wan bi dehan berguman girtine li kampeke li Surîyê ku xizmên endamên "DAIŞê" tê da ne, weke beşekî ji şikandina hêza cîhadiyan vê hefteyê.

Kampa Holê ya herî mezin e ji bo awareyên ku reviyane piştî ku DAIŞ ji xaka Sûriyê di sala 2019an de ji aliyê hêzên Kurdî ve hatîye derxistin, bi piştevaniya hevpeymaniya bi serokatiya Amerîkayê.

Hêşta jî zêdetirî 56,000 kes lê vê kampê dijîn, ku piranî Sûrî û Îraqî ne, lê di nav wan da biyanîyên din yên girêdayî tundrewên Misilmanên Sunnî jî hene.

Kampa ku li bakur-rojhilatê Sûriyê ye îsal her ku diçe bêaramî lê zêde bûye, û li gorî Neteweyên Yekgirtî herî kêm 26 kes li kampê hatine kuştin.
Siyemend Elî ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) got armanca bizava roja Pêncşemê dest pê kirî "girtina endamên DAIŞê ye li kampê ku li pişt êrîşên terorîstî ne",

iyemend Elî herwiha got "Hêzên me dest bi hilweşandina çadirên vala kirin yên ku DAIŞ di êrîşan de bikar tînan û dest bi tomarkirina navên niştecihan û wergirtina şopa tiliyên wan kirin".

Nûçegihanên AFP gotin hêzên ewlehiyê yên Kurdî bi giranî roja Înê li kampê hatine bicihkirin.

Siyemend Elî ji kampa Holê got ku heta nûke herî kêm 27 gumanbar hatine desteser kirin.

Daişê Tunel û Odeyên Jêr Erd erd li Kampa Holê Çêkirine
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:38 0:00

XS
SM
MD
LG