Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêr Dibêjin Daiş 20 Şervanên HSDê li Rojhilata Sûriyê Kuştin


Syria Fighters
Syria Fighters

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov û berpirsedkî Kurd dibêjin çekdarên gurûpa dewleta îslamî Daiş 20 şervaên hêzên Sûriya Demokrat HSDê li rojhilata welêt kuştin.

Êrîş doh Înê li parêzgeha Dêrazorê bû, cihê ku HSDê vê heftê êrîşeke berfereh birêve bir ji bo kontrolkirina bingeha dawî ya gurûpê li Sûriyê.

Çavdêriyê got tundrewan bahoszeke beyabanê ji xwe re kir derfet û êrîş bir ser şervanên HSDê.

Ew dibêje birîndar jî hene.

Berpirsê Kurd Îbrahîm Îbrahîm got ew 20 şervan di kemîneke Daişê de hatin kuştin.

Çavdêryê got ji dema ku HSDê êrîşa dijî Daişê destpêkirî ve, 53 tundrewên Daiş û 37 şervanên HSDê hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG