Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevalbendên Amerîkayê Li Bakurê Sûriyê Li Hember Êrişa Nû Ya Tirkiyê Hişyarî Didin


Hevalbendên Amerîka li bakurê rojhilatê Sûrîyê gelek nîgeran in li ser gotinên Tirkîyê ya destpêkirina gerek nû ya operasyonên leşkerî li herêmê, û hişyarî didin ku ew dikare gurûpa terrorist DAIŞê vêrek bike û heta bi hêz bike.

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan destpêka vê hefteyê roja Duşemê gera nû ya operasyonan ragihandibû û soza berfirehkirina navçeyên ewlehîyê yên bi kûrahiya 30 kîlometran li aliyê Sûriyê ser sînorê Tirkiyê dabû.

Lê tevî piştrastkirina Ciwata Ewlehîya Niştimanî ya Tirkiyê ku her kiryareke leşkerî "bi ti awayî yekparçetîya axa cîranên me û serweriya cîranan nake armanc", berpirsên Hêzên Sûriya Demokratîk bi pêşengiya Kurdan û baskê siyasî yê SDF gote Dengê Amerîkayê ku êrîşeke Tirkiyê dikare bibe sedema karesatekê.

"Her hewldaneke dagîrkirinê dê bala HSDê biguhere ku şerê wê bike ji ber ku ew ji şerê li dijî DAIŞê li deverên ne-Kurdî girîngtir e ji bo parastina axa xwe," jêderekî nêzîkî serkirdayetîya HSDê got.

Çavkaniyê herwiha got, "Her êrîşeke Tirkiyê dê ragirtin û parastina bi hezaran dîlên DAIŞê û operasyonên heftîyane yên berdewam li dijî grûpa terorîst li herêmê lewaz bike." "Revîna ji Zîndan û kampên DAIŞê dê ji niha gelek metirsîdartir bin."

Karbidestên din yên Kurd jî nîgeraniya xwe derbarê ewlehîya bi dehan zindanan li seranserê bakurê rojhilatê Sûriyê tînin ziman, ku niha nêzîkî 10,000 çekdarên DAIŞê lê dimînin û dibe ku hinek ji wan li wan herêman bin ku dê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve bihên armanckirin.

" Nûnera baskê siyasî yê HSD, Ciwata Sûriyeya Demokratîk li Amerîkayê Sînem Mihemed, bi rêya peyvdarê xwe gote Dengê Amerîkayê ku ewlehîya zindanan ne karekî piçûk e.

Sînem Mihemed herwiha got heke Tirkiy dest bi operasyonên serbazî li bakurê rojhilatê Sûriyê bike, "Çekdarên DAIŞê dê di rewşeke hêsantir de bin ku di her operasyonekê de serkevtî bin ji bo azadkirina wan çekdarên DAIŞê yên di zindanê de ne".

XS
SM
MD
LG