Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya ji Kurdên Sûriyê Çi Dixwaze?


Syrian Kurds
Syrian Kurds

Di van demên dawîyê de Rûsya li ser asteke bilind kombûn ligel Kurdên Sûriyê re li dar xistin û ji berê bêhtir dixwaze Kurd û rejîmê diyalogekê bikin, li gor berpirsên rêveberiya xweser.

Hefteya borî şandeke bi seroktiya seroka desteya rêvebir ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed serdana Moskoyê kir û bi wezîrê derve Sergey Lavrov re kom bû.

Ev hewldidan dibin di demekê de ku him Tirkiyê û him jî rêjîma Sûriyê gefan li navçeyên rêveberiya xweser dixwin û di navbera wan de carna pevçûn û girjî derdikevin pêş.

Rûsya di vê derbarê de çi plan hene û dikare roleke çawa di nêzîkirina Kurdan û hikûmeta Sûriyê de bilîze?

Kurd çawa li navberiya Rûsya di vê mijarê de temaşe dikin û diyalogeke çawa ji Dîmeşqê hêvî dikin?

Ew çawa dikarin balansekê têxin navbera hevbendiya xwe bi Waşintonê re û nêzîbûneke bi Dîmeşq û Moskoyê re?

Rewşa niha ya bakur û rojhilata Sûriyê çiqas girêdaye bi rêkeftinekê li gel hikûmeta Beşar Esed?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Jedaan Elî, endamê desteya şêwirmediyê ya Pariya Demokrata Kurdistanî-Sûriyê (PDK-S) ku li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana Îraqê dimîne û rojnamevan Mûsa Elo ku li Moskoya paytexta Rûsyayê dimîne

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 30-11-2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:20 0:00


XS
SM
MD
LG