Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Sêşemê dîyar kir ku peymana di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û hikûmeta nû ya Sûrîyê de wê "xizmeta aştiyê bike".
Fermandarê giştî yê HSD Mazlum Ebdî û serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed El-Şera roja Duşemê li Şamê ser tevlîbûna saziyên dewleta nû ya Sûrîyê îmza kirin.
"Bicîhkirina tam ya peymana ku duh pêk hat wê ji ewlehî û aştiya Sûrîyê re xizmetê bike. Hemû birayên me yên Sûrî wê qezenckar bin," wî dema fitara Remezanê de a got:
Karbidestekî Tirk jî îro got ku Tirkîye ser peymana di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û hikûmeta nû ya Sûrîyê de "bi hişyarî geşbîn e".
Wî anî ziman ku Enqere dixwaze pêşî bibîne ka wê peyman çawa were bicîh kirin.
"Em ser peymanê di nava geşbînîyek bi hişyarî de ne. Wêdetirî çêbûna peymanê, em lê dinêrin ku ka wê di vê qonaxê de" çawa were bicîh kirin," wî got.
HSD di warê leşkerî de û rêbeniriyej siyasî de li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê (AANES) de, li piranîya bakur û rojhilatê Sûrîyê serwer e, hevpeymanîyek e ku Kurd pêşengîya wê dikin.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya HSD’ ê dike û ew di şerê dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de li Sûrîyê hevbenda serekî ya Amerîka ye.
Tirkîyê HSD û YPG’ê wek komên giredayî PKK’ ê dibîne û dibêje her du jî komên tertorîst in, lê her du kom jî giredêna xwe ya bi PKK rê bi tundî red dikin.
Li gor Lihevhatinê ewê hemû sazîyên leşkerî û sivîl yên rêvebirîya xweser HSD û AANES bi sazîyên dewleta Sûrîyê re bikin yek.
Herwiha peyman dibêje ku , hevrejîyana hemî sazîyên sivîl û leşkerî li bakurê rojhilatê Sûrîyê di nava rêvebirîya dewleta Sûrîyê de, di nav de derîyên sînorî, firokexane û zevîyên petrolê û gazê.
Peyman destnîşan dike ku saziyên sivîl û leşkerî yên di bin kontrola QSD'ê de li bakur-rojhilatê Sûriyê bi dewletê re bibin yek û derîyên sînor, firokexane û zevîyên petrolê û gazê yên li rojhilatê Sûrîyê bibin beşek ji rêvebirîya Şamê.
Karbidestê Tirk anî ziman ku HSD "berê jî soz dabûn, loma em li vir bicîhkirinê dinêrin ne li dîyarkirina nêtê. "
Serhildayên bi pêşengîya Hayat Tehrîr el-Şam (HTŞ) di 8’ê Berfanbarê de kontrola paytext Şamê bi dest xistin û desthilata Beşar Esad têk birin.
Rêberê HTŞ’ê Ehmed El-Şêra di 29’ê Rêbendanê de xwe wek serokê demkî yê Sûrîyê bi nav kir û hikûmetekê dostê Tirkîyê ye ava kir.
Enqere niha bûye yek ji hevbendên biyanî yên serekî yên hikûmeta nû ya îslamî li Şamê.
Li bakurê Sûrîyê bi hezaran leşkerên Tirkîyê hene û herwiha Enqere li wir piştgirîya komên çekdar yên cihadî dike, ku şerê dijî YPG-HSD dikin.
Tirkîyê bi dubarekî dibêje ku YPG-HSD divê çekan deynin xwe hilweşînin û herwiha hemû şervanên wan yên ne-Sûrî yên divê ji welêt derkevin.
Karbidestê Tirk ku nexwest navê xwe eşkere bike, got ku vê peymanê biryardarîya Tirkîyê ya dijî terorê neguhertîye û got, nabe YPG weke blokekê tevlî saziyên Sûrî yê bibe, lê dive bi hilweşîna zêncîra fermandarîya xwe yekgirtî be.
Berdevikê HSD roja Duşemê got ku peyman bi navbeynkarîya Amerîkayê pêk hatiye. Li bakurê rojhilatê Sûrîyê nêzî 3 hezar hêzên Amerîka hene, ku Enqerê dibêje ew hêvî dike ku serok Donald Trump ji wan vekişîne.
Karbidestê Tirk ragihand ku civîna dawiya hefteyê yên bi beşdarîya Îraq, Sûrîye, Tirkîye û Urdunê de li Emmanê ser lihevkirina Şam û HSD’ê bi bandor bûye.
Wî got ku wan çar welatan li Emmanê avakirina navendeke operasyonê li Sûrîye, parvekirina îstixbaratê û radestkirina kampên ragirtinê ku çekdarên DAIŞ’ ê yên di destê HSD’ê de ne, hatine gotûbêj kirin.
Karibesdestê Tirk got ku di civîna li Emmanê de peyam hatiye dayîn ku hebûna YPG'ê li Sûrîyê nayê qebûl kirin.
Jêder: Reuters, AFP