Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Rewşa Siyasî ya Bakurê Sûriyê Piştî Têkçûna Daişê


Kadar Pîrê û Ehmed Qasim
Kadar Pîrê û Ehmed Qasim

Li gor daxuyaniyên Amerîka û Hêzên Sûriya Demokrat, têkçûna leşkerî ya Daişê li Sûriyê êdî li ber derî ye û pêşbîne di her demjimêrekê de dawiya terorîstan bê ragihandin.

Lê her çendî têkbirina Daişê nêzîk e jî, çarenûsa herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîn ne diyar e.

Amerîka, li ser asta siyasî, hîn çi plan nînin ji bo wê herêmê û pirs li dor tevlîbûna wê ya tabloya siyasî ya giştî ya Sûriyê hene.

Tirkiyê, ku naxwaze bi ti şêweyî şervanên Kurd li wan herêman serdest bin, ji bo pêkanînan ecindeyên xwe, carekê berê wê li Rûsya û yekê li Amerîka.

Rêveberiya Xweser jî di navbera daxwazên Amerîka û fişarên rêjîma serokê Sûriyê Beşar Esed de du dil ma ye.

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser tabloya siyasî ya Bakurê Sûriyê piştî têkbirina Daişê:

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Ehmed Qasim ku li Tirkiyê dimîne û Kadar Pîrê, rêvebirê rêxistina Kurd bê Sînor ku li Frensa dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 5_3_2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:37 0:00

XS
SM
MD
LG