Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Sûriyê Çawa Şerê Dijî Ukraynayê Dinirxînin?


Êrîşa Rûsyayê li ser Ukraynayê cîhan ber bi aloziyeke nû ve bir.

Kurdên Sûriyê çawa şerê Ukraynayê dinerxîn in, nexasim ku herdu hêzên navdewletî Rûsiya û Amerîka roleke sereke di vê kirîzê de dilîzin ku heman hêz li bakurê Sûriyê hene.

Li gorî çavdêr û siyasetmedarên Kurdên Sûriyê, berjewendiyên Rûsyayê yên li Ewrupaya Rojhilat ji berjewendiyên wê yên li Sûriye û Rojhilata Navîn cuda ne.

Lê ew tekez dikin ku dê bandora krîza Ukraynayê li ser pirsgirêka Sûriyê hebe.

Rêveberê Navenda Firat ê ya Lêkolînan Dr. Silêman Îlyas şerê ku niha li Ukraynayê diqewime dinerxîne û dibêje ku,''wê bandorên wê yên herî mezin li ser Ewrupa û Asyaya Navîn hebe bêtir ji Sûriyê''.

Her wiha distnîşan dike ku, armanca sereke ya Rûyayê li Sûriyê parastina rejîma Sûriyê ye û ew ne li dijî mafên Kurdên Sûriyê ye.

Li aliyekî din hin siyasetmedarên Kurd li Bakur û Rohilatê Sûriyê diyar dikin ku bi şer û bihaneyan pirsgirêk nayên çareserkirin, lewra dê şerê Ukraynayê bandorê li ser doseya çareseriyê ya Sûriyê bike.

Endamê Meclîsa Giştî ya PYD e Emîn Elîko dibêje,''Bihane û êrîşa Rûsyayê li ser Ukraynayê mîna bihaneyên Tirkiyê ne, ku di jêr bihana parastina Ewlehiya Netewî de êrîşî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dike''.

Kurdên Sûriyê di helwstên xwe yên derbarî êrîşa Rûsiyayê li ser Ukraynayê de nerazîbûnên xwe nîşan didin.

Siyasetmedara Kurd Rojîn Mûsa diyar dike ku,”Şer bandorê li ser berjewndiyên mirovahiyê bi giştî dike, lewra pêwistî bi diyalog û rêyên aştiyê heye ku ji Rûsiyayê tê xwestin rêbazên çareseriyê bide pêş, wê demê wê bandorê li ser rewşa çareseriyê li Sûriya yê jî bike.”

Li aliyekî din rêjîma Sûriyê helwesta xwe ya piştgir ji êrîşa Rûsiya li ser Ukraynayê ragihand.

Di 25ê vê de serokê Sûriyê Beşar Esed got bû ku,''Sûiryê li gel Rûsiya radiweste, .. ji ber ku rûbirûbûna berfirehkirina NATO yê ji mafê Rûsiya ye, ji ber ku ew bûye metirsiyeke berfireh li ser cîhanê''.

Ji hêla xwe ve Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Geir Pedersen roja Înê 25ê mehê got, “şerê Ukrayna û Rûsyayê dê dîplomasiya navdewletî li Sûriyê aloz bike.”

Raporta Deng/ Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:18 0:00

XS
SM
MD
LG