Biryara serokatiya Sûriyê ya demkî ya avakirina komîteyeke amadekar ji bo Konferansa Diyaloga Niştimanî rastî riyaksyonên cuda hat.
Nûnerên Kurdên Sûrîyê û pêkhateyên olî û mezhebî li Sûrîyê di komîta amedekar de tune ne. Ev yek bûye cihê nerazîbûnan û Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi du daxuyanîyên cuda rexneyên tund li birîyarê dan.
Endamên komîteyê dibêjin ew Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) venexwendine ji ber ku ew hîn ne di jêr sîwana wezareta berevanîyê de ye, û ev nayê wateya ku wê kurd di konferansê de ne amade bin.
Ew dibêjin dê têkilîyê bi bi hemû gelên Sûrîyê re bikin da ku beşdarî konferansê bibin.
Gelo kurdên Sûrîyê çawa vê komîteyê dinirxînin û çi xemên kurdan di vê derbarê de hene? Çima nûnerên kurdan di komîteyê de tune ne?
Mijara Rojê ev mijar bi sê mêvanan re gotobêj kir:
Dr. Lazîgîn Fexrî endamê ofîsa sîyasî ya Partîya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S), Welîd Çolî, lêkolînerê navenda Firatê, û her wisa Dr. Ferîd Sadûn, şîrovekarê siyasî.
Sadûn anî ziman ku endamên komîteyê ne piralî ne, û pîvanên bijartina endamên konferansê ne zalal in.
"Pîvanên komîtê ku kesên werin vexwendin ne nûnerên mezhebî, nijadî û sîyasî bin, gelo wê nûnerê kê bin?" Sadûn got.
Dr. Fexrî, derbarê kombûna roja Yekşemê 16 mehê ya şandeyek ji ENKSê bi nûnerên komîteyê li Dîmeşqê, anî ziman ku wê şandeyê helwesta ENKS ji komîtê re anîye ziman.
"Kî karîbe mafê kurdan di komîtê de biçesipîne, ew gavek erênî ye," Fexrî got.
Lê Welîd Çolî dibêje ev gavek metersîdare.
"Çi alîyekî kurdî bi tena serê xwe li gel Dîmeşqê danûsitandinan bike, wê zirarê bigihîne doza kurdî li Sûrîyê," Çolî got.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke