Berî çend rojan du gemiyên ku hejmarek welatiyên Sûriyê ên dixwestin deryaya Spî di navbera welatê Cezayir û Ispaniya de qut bikin ketin bin avê, tê gotin di wan herdu gemiyan de nêzî 40 xortî hebûn û piraniya wan ji Kobaniyê bûn.
Seyfedîn Qadir ku pismamê xwe di deryayê de wenda kiriye dibêje li gor agahiyên wan bi dest xistî, termên 18 xortan hatine dîtin, 9 ji wan hatine naskirin ji Kobaniyê û yek jî ji Serê Kaniyê ye.
Pizîşkê saxlemiya giştî li Kobaniyê Bextiyar Hisên ji Dengê Amerîka re diyar kir ku sedema sereke ji bo koçberiyê rewşa aborî ye, encama alozî û şer bihabûna zêde û rewşa jiyanî ya xirab afirand, lewma xelk berê xwe didin Ewrupa bi armanca jiyaneke rihetir.
Tê zanîn li Sûriyê bi giştî diyardeya koçberiyê her diçe zêde dibe û piraniya xelkê wê berê xwe didin Ewrupa. Riyên xwegihandina Ewrupa jî di derya û daristan û çiyayan re derbas dibe. Meha borî, bi sedan welatiyên Sûrî di deryaya spî de jiyana xwe ji dest dan.
Bûyera herî dawî jî binavbûna keştiyekê bû ku ji Libanê derketibû û di encamê de 111 kes bûn qurbanî.