Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûriyê Serdana Mark Milley ya Bakurê Rojhilatê Welêt Şermezar Dike


General Mark Milley li bingeheke Bakur Rojhilatê Sûriyê bi hêzên Amerîkî re diaxive

Ajansa nûçeyan a dewleta Sûriyê SANA ragihand ku wezareta derve ya Sûriyê roja Yekşemê, seredana generalê pilebilind ê leşkerî yê Amerîkayê bo baregeheke Amerîkayê li bakurê rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Li gor SANA wezareta Derve serdana Mark Milley wek "neyasayî" û "binpêkirina eşkere" ya serweriya Sûriyê anî ziman.

General Mark Milley, serokê Fermandariya Hevbeş, roja Şemiyê serdaneke neragihandî kir ji bo nirxandina erka Amerîka ya nêzîkî heşt salan li wir û vekolîna ewlehiyên ji bo leşkerên Amerîkî li hember êrişan.

Di serdana xwe de Milley got erka Amerîka li Sûriyê hêjayî rîskê ye.

Di bersiva pirseka rojnamevanan de, gelo ew bawer dike ku erka Sûriyê hêjayî rîskê ye, Milley erk bi ewlekariya Amerîka û hevalbendên wê ve girê da û got: "Heke hûn hizir dikin ku ev girîng e, wê demê bersiv 'Erê' ye."

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG