Ji destpêka damezirandina encûmena rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ta vê demê tu zagonên giştî yên Erka xweparastinê ji bo hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nehatine biryarkirin.
Her herêmekê zagona xwe ya taybet heye, ku cuda ye ji ya herêma din. Li hin herêman, erka xweparastinê ji bo jidayîkbûyên 1986an e û hinên din ji bo 1988 û 1990î ye. Ev cudahiya jî dibe cihê nerazîbûnê li cem welatiyan.
Hevserokê desteya parastinê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zîdan Asî ji Dengê Amerîka re sedema vê cûdahiyê dinirxîne.
Ew dibêje:
“Di erka xweparastinê de, her herêmekê taybetmendiyeke xwe heye.”
Li ser hejmara 40 hezar leşkerê ku Hevpeymaniya Navdewletî ragihandibû ku dê amadebike ji bo parastina sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Zîdan ji Dengê Amerîka re diyar kir û got: Pêwistî wê demê bi wê hejmarê hebû.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku Rêveberiya xweser rêverbertiya wê dike, piştî rizgarkirina herêmin dibin desthilatdariya DAIŞê de, erka xweparastinê tê biryarkirin, ku destpêkê 9 meh bûn, lê niha bûye salekê.