Roja Çarşemê 20î Çile Civata Opozisyona Surî di Prês Konferansekê de ragihand ku, eger aliyê siyan beşdarî civînên Dialoga Suriyê bibe, emê xwe vekişînin û beşdar nebin.
Riyad Hicab serokê Civatê di bêje Rusiya hewil dide hejmara grup û kesên Opozisyona Surî jibo civînên danûstendan di heftiya bê de, zêde bike, em van hewildanên Rusiya qebûl nakin.
Hicab herwiha da zanîn ku, Mohamed Elweş, serokê Artêşa Îslamî ku weke grupeke terrorîst ji aliyê Rusiya û Suriyê tê dîtin dê beşdar bibe, Arteşa Îslamî grupa herî bihêze li dij desthilata Surî li rojavayê welêt şer dike, serokê wan Zehran Elweş 25 kanuna paşîn di êrîşeke asmanî de, li Suriyê hat bu kuştin.
Herwiha Corg Sebra yek ji serkirdeyên Opozisyona Surî da zanîn ku şanda Opozisyona Surî jibo civînên aştiya li Suriyê amade ye.
Netewên Yekgirtî roja Duşemê dabû xweyakirin ku heta niha navê delege û nunerên beşdar di danûstendinên aştiya Suriyê de, ne hatine zelal kirin.
Tê gotin ku dibe John Kerry wezîrê derve yê Amerîka û hevpîşeyê xwe yê Rus Sergei Lavrov pirsa beşdariya nunerên aliyên Surî di civînên aştiyê de gotubêj bikin.