Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Girjîyên Navbera Asayişê û Hêzên Alîgirên Hikûmeta Sûrîyê li Qamişloyê


Ev bû nêzîkî du hefteyan e ku girjî careke din di navbera hêzên Asayîşa Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê û hêzên berevanîya niştimanî ku hikûmeta Sûrîyê piştgirîya wan dike li taxa Tey ya bajarê Qamîşlo derketine pêş.

Pevçûnan dest pê kiribû dema ku hin çekdarên berevanîya niştimanî êrîşî rêbendeke Asayîşê ya bajarê Qamîşlo kir û di encamê de endamekî Asayîşê kuştibû.

Rûsya, ku hebûneke leşkerî li herêmê heye, navbeynkarîya her du alîyan kir û ji bo vehewandina van girjîyan, hejmareke kombûn li dar xistin.

Di encama kombûnan de agirbestek hat ragihandin, lê çavdêr dibêjin ku ger çareserîyeke bingehîn ji hebûna çekdarên berevanîya niştimanî yên li taxa Tey re neyê dîtin, girjî wê her bimîne.

Hêzên berevanîya niştimanî di nava bajarê Qamişlo de çi dikin û çek û alîkarîyên wan ji ku tên?

Hebûna hêzên hikûmeta Sûrîyê û yên Rûsî û herwiha alîgirên Îranê li wê herêmê çiqas rewşê aloztir dikin?

Rêvebirîya Xweser dixwaze ev girjî çawa bi dawî bibin?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Parêzer Imran Mensûr ku li Fransa dimîne û Nesredîn Îbrahîm, sekreterê Partî Demokratî Kurd li Sûrîyê û endamê nivîsgeha pêwendîyên derve ya Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) li Qamişlo

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 27/4/2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00

XS
SM
MD
LG