Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdhejê Kirîza Aborî li Sûrîyê Kûrtir Kiriye


Derbiderên Efrînê li kampa Şehbayê
Derbiderên Efrînê li kampa Şehbayê

Erdheja mezin ya 6ê Sibatê bandoreke neyînî giran li aborîya Sûrîyê hiştiye, loma jîyana bi milyonan kes ketiye alozîyêke kûrtir.

Emel Reşîd sala 2018an jiber êrîşa Tirkîyê li Efrînê derbiderî bajarê Helebê bûbû, û li wir di xanîyekî xizmên xwe de niştecih bûbû, lê ev xanî di erdhejê de herifîye û Emel û malbata xwe, dîsa derbider bûne.

“Xanîyê em tê de seqet bû, cih nema em lê rûnin, ez û 4 zarokan ve hatin cem malbata xweşîka xwe li penageha Şehba, ew bixwe derbider in û di bin konekî de dijîn, herwiha bi zor û zehmetî debara jîyanê dikin, ku her tişt buha ye û dahata wan hindik e”.

Tê zanîn ku aborîya Sûrîyê ji berî erdhejê de di kirîzeke kûr re derbaz dibe, ku dirava Sûrî anku Lîra pir nizim bûye û rêjeya enflasyonê gelek bilind e, loma kanîna kirrînê li cem piranîya gelê Sûrî lawaz e.

Her çiqas ku gelek welatan piştî erdhejê alîkarî jibo Sûrîyê şandine herwiha Amerîka cezayên li ser Sûrîyê sivik kirin, lê şîrovekar dîyar dikin ku bandora vê yekê demkî û sînordar e û dê encamên neyînî yên erdhejê çareser neke.

Aborîzan Çeleng Omer got ku aborîya Sûrîyê û binesazîya wê jixwe berî erdhejê hilweşiyabû ku ev bûyer hat û hîn rewş xirabtir kir.

Omer bal kişand ku nêzî 9 milyon kes ji ber erdhejê zerarmend bûne û pêdivîya wan bi alîkarîyê heye, lê sererastkirina encamên erdhejê pir zehmet e.

“Li çar parêzgehên bakur rojavayê Sûrîyê ku rejîmê weke deverên wêranbûyî ragihandine, çar hikûmet hene û her yek ji wan xwedî rojeveke cuda ye ji ya din, loma nûavakirina piştî erdhejê û gihandina alîkarîyê bi ajendeyên sîyasî ve girêdayî ye”.

Li gor karbidestên hikûmeta Sûrî 150 balafirên alîakrîyê gihaştine firokxaneyên Şamê, Heleb û Lazqîyê, jibo hawarçûna mexdûrên erdhejê li herêmên jêr kontorla rejîmê de.

Herwiha li deverên jêr kontorla Cebhet El-Nusra û çekdarên bi ser opozisyonê ve, anku Îdlib û gundewarên rojava, bakur û rojhilata Helebê, gelek karwanên alîkarîyê ji welatên Ereb û ji herêma Kurdistanê - Îraq derbaz van deveran bûne.

Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî ya Hevrêzkarîya Karûbarê Mirovî (OCHA), ragihand ku wan 143 barhilgir bi ser sînorê Tirkîyê re şandine deverên navborî.

OCHA dîyar kir ku: “Pêwîstîya bernameyên NY bi nêzî 400 milyon dolar heye, jibo berdewamîya karê wan li Sûrîyê di sê mehên pêş de”.

Di vê derbarê de Omer hişyarî da ku alîkarîyên navneteweyî têrê nakin ku hemû pêdivîyên gel misoger bikin.

“Ji bilî gendelî û dizînê ku di gihaştin û belavkirina alîkarîyan de derdikeve, piranîya gelê Sûrîyê niha xizan e û çiqas alîkarî werin dê nikanibin rewşa aborî baş bikin, loma pêwîstî bi çareserîyeke bingehîn heye, ne tenê ji encamên erdhejê re, lê ji kirîza aborîya Sûrî bi tevahî re”.

Hêjayî gotinê ye ku ji berî erdhejê de û li gor raportên navneteweyî, ji sedî 90 gelê Sûrî jêr asta hejartîyê de dijîn, herwiha nêzî 14 milyon kes rûbirûyî nebûna ewlehîya xwerekê ne.

Emel Reşîd dîyar ku: “Dema derbiderbûna berê ji Efrînê, min zêrê xwe firotin jibo sererastkirina xanîyekî nû û peydakirina hin pêdivîyên malê, lê îro heqdestê hevjînê min ji karê xwe werdigre têra nan zarokan nake”.

XS
SM
MD
LG