Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Çarenûsa Reqa Piştî Rizgarkirina Wê ji Daişê


Şanderê Amerîka bo Koalisyona Navnetewî ya şerê dijî Daişê Brett McGurk dibêje şerê Reqa êdî gihîşte qonaxa dawiyê û şervanên Hêzên Sûriya Demukrat HSDê li navenda bajêr mal bi mal pêş dikevin.

Wî di Twîteka xwe de got Koalisyonê bi 75 êrîşên esmanî di 48 demjimêran de rê ji HSDê re vekir ku êrîşî cihên mayî yên Daişê bike.

Rizgarkirina Reqayê, ku têkçûna mezin a Daişê ye, dikare çi guhertinê li herêma bakurê Sûriyê çê ke?

HSDê, bi serkeftinên xwe yên leşkerî li ser erdê dikare çi qezencên siyasî wergire?

Gelo pêşbîniya şerekî dibe di navbera HSDê û hêzên rêjîma Sûriyê?

Welatên xwedî desthilat li Sûriyê wek Tirkiyê û Îranê dê çawa rewşa nû ya bakurê Sûriyê re bidin û bistînin?

Hest û Helwest bi beşdarbûna du mîvanan: Serokê beşê Rojhilata Navîn li Komela Gelên di bin Gefê de Kemal Sîdo ku li Almanya dimîne;û nivîskar Ronî Elî kul i herêma Kurdistana Îraqê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Hest û Helwest 09_10_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:28:57 0:00

XS
SM
MD
LG