Yekê Gulanê cejna karkerên cîhanê ye, ku li gelek welatên cîhanê di vê rojê de, karker tên xelatkirin, û li gelek bajaran mîtîng û meş ji aliye sendîkayên karkeran ve tên birêvebirin.
Tevî biryara Rêvebiriya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, yekê Gulanê wek bêhinvdan ragihand lê nebû dîsa jî karkerên bajarê Reqa li malên xwe neman.
Mehmûd Hisên yek ji karkerên karê destan dike ji Dengê Amerîka re rewşa xwe zelal kir û got ku ji ber hejariyê şahiya cejina karkeran nemaye.
Ji ber nebûna derfetên kar û têkçûna rewşa aborî, bajarê Reqa bûye cihê herî mezin ji bo kombûna karkeran ya rojane, ku gelek koçber ji navçeyên din hatine vî bajarî.
Xelef Elî karkerekî ji bajarê Helebê ye, ku ji ber tunebûnê hatiyê bajarê Reqa kar bike, ew çîroka xwe ji Dengê Amerîka re şîrove dike û dibêje ku zaorkên wî têr xwarin bin wê rojê li cem wî cejin e.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu sandîkeyên çalak ku doza mafê karkeran bikin tune ne. Herwiha tu zagonên karê karkeran biparêze û saetên ew tê de kar bikin nehatine danîn