Lînkên eksesibilîtî

Xalid Berkel Behsa Şerên Dijî Daiş li Reqqa Dike


Xalid Berkel

Artêşa Sûriyê doh şemiyê zincîrek bîrên niftê li başûrê rojavayê Reqqayê kontrol kir di şerekî dijî Daiş de, di demekê de ku Hêzên Sûriya Demukrat (HSD) şerê Daiş li nav bajêr dikin.

Cîgirê serokê kantona Kobaniyê Xalid Berkel di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ev şerên li ser bêhtirî eniyekî wek şerên berjewendiyan dan nasîn ku her aliyek dixwaze berê kontrola xwe ferehtir bike li wan navçeyan.

Berkel ku li Kobaniyê dimîne, di derbarê Hêza rêjîma Sûriyê de anî ziman ku ew ne di wê astê de ne ku karibin di demen pêş de şerekî dijî HSDê derxin holê ji bo kontrolkirina navçeyê.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

XS
SM
MD
LG