Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ajansa Sûrî ya Nûçeyan Teqîna Otombêleke Bumbekirî li Serê Kanîyê Radigihîne


Bajarê Serê Kanîyê (Arşîf)
Bajarê Serê Kanîyê (Arşîf)

Ajansa nûçeyan a dewleta Sûrîyê (SANA) îro Şemîyê ragihand ku otombêleke bumbekirî li bazareka keskayîyê ya bajarê Serê Kanîyê teqîyaye û got ku hejmarek kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Li gor SANA, du zarok di teqînê de hatine kuştin û dayîka wan jî birîndar bûye.

SANA her wiha ragihand ku hejmarek çekdarên ku Tirkyê piştgirîya wan dike di teqînê de hatine kuştin.

Tirkîyê ku hevalbendîya hin grûpên opozisyona Sûrî dike, di sala 2019an de bajarê Serê Kanîyê kontrol kir û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jê derxistin.

Tirkîyê YPG wek grûpeke terorîst dide nasîn, lê YPG beşeke ji Hêzên Sûrîya Demokrat (HSD) ye, ku Amerîka piştgirîya wan dike.

XS
SM
MD
LG