Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bextiyar Hisên: Wê Amerîka Hertiştî li Bakurê Sûriyê Kontrol Bike


Herêma Aram a bakurê Sûriyê ku Tirkiyê û Amerîka pilan dikine ava bikin, bûye cihê gelek rakêşanên xwecihî û herêmî û navnetewî.

Tirkiyê dixwaze wê herêmê kontrol bike û dibêje ew ji bo vehewandina penaberên Sûrî ye. Rêveberiya xweser a bakur û rojhilkatê Sûriyê dibêje armanca Tirkiyê ew e têkbirina hêzên Kurdên Sûriyê û dibêje eger ew herêm di bin çavdêriya Neteweyên Yekgirtî de be ewê bipejirînin.

Rêjîma Sûriyê avakirina vê herêmê wek zêdegavî li serweriya Sûriyê tîne ziman û bi tundî li dijî avakirina wê de.

Amerîka dixwaze rê li êrîşeke pêşbîn Tirkiyê dijî rojhilatê Furatê bigre bi riya rêkeftinekê ku hîn berferehiyên wê nediyar in.

Avakirina herêmeke aram li bakurê çawa dikare di berjewendiya xelkê herêmê de be û nebe destpêk ji girjî û şerekî din re li wir?

Diktor Bextiyar Hisên, ku li bajarê Kobaniyê dimîne, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka riyaksyonên xelkê herêmê şîrove kirin.

Ew dibêje piştî neh salan ji xwînrijandinê li seranserî Sûriyê metirsiya xelkê bêhtir li dor şerekî din e û herêmeka aram a ku dawiyê li şer bîne wê cihê razîbûna wan be.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê fayla deng veke

Bextiyar Hisên 11_8_2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:26 0:00

XS
SM
MD
LG