Lînkên eksesibilîtî

Hest û Helwest:Damezrandina Navendeka Hevbeş a Çavdêriya Navçeyên Aram li Sûriyê


Fethulla Huseynî û Guman Husên

Rûsya, Tirkiyê û Îranê berî sê rojan erê kir li dor damezrandina navendeka çavdêriya cîbecêkirina navçeyên aram li Sûriyê ku demekê berê îsal rêkeftinek li dor wan îmza kiribû di çarçoweya axaftinên Astana ya paytexta Kazaxistanê de.

Wezîrê derve yê Kazaxistanê roja Înê got van sê welatan di gera vê dawiyê ya Astana de erê kir li dor sazkirina vê navendê.

Wezareta derve ya Tirkiyê got dê çavdêrên her sê welatan bên şandin bo xalên kontrol û çavdêriyê li navçeyên aram.

Gelo Tirkiyê, Îran û Rûsya çawa dikarin di vê erkê de bi serkevin, bê ku hevrêziyeka rasterast hebe li gel Koalisyona navnetewî bi serkirdayetiya Amerîka?

Eger hat û rengek ji rêkeftinê li hin navçeyan bû, dê rewşa navçeyên din ên Sûriyê çibe?

Ev sê welat çawa dikarin li ser erdê aliyên şer kontrol bikin û ecindeyên rêkeftinê bisepînin?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Guman Husên, endamê hevpeymaniya Sûrî ya hêzên opozisyonê ku li Almanya dimîne û Fethulla Huseynî, Endamê komîta navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê ku li Herêma Kurdistana Îraqê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

XS
SM
MD
LG