Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Demkî Yê Sûriyê Seredana Erebistana Siûdî Dike


Serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed el-Şeri’ roja Yekşemê serdana Riyadê dike,
Serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed el-Şeri’ roja Yekşemê serdana Riyadê dike,

Serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed el-Şeri’ roja Yekşemê serdana Erebistana Siûdî dike, wek serdana xwe ya navnetewî ya yekê piştî rûxandina Beşar el-Esed, medya dewletê ragihand.

El-Şeri’ û wezîrê derve yê wî Es’ed el-Şîbanî li Rîyadê ji alîyê karbidestên Siûdî ve hatin pêşwazîkirin, dîmenên televîzyona dewletê ya el-Exbarîye nîşan dan.

Televîzyonê got ku el-Şeri’ wê bi Mîrê Cîgir yê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman re bicive, lê dem û cih dîyar nekir.

Ajansa nûçeyan ya dewleta Sûrîyê SANA jî ragihand ku dê Ehmed el-Şeri’ û el-Şîbanî bi Mîrê Cîgir Mihemed bin Selman re li Rîyadê bicivin, bêyî ku hûrgulîyên zêdetir bide.

Seroktîya Sûrîyê jî wêneyekî el-Şeri’ û el-Şîbanî li ser X’ê belav kiribû ku ew di balafireke taybet de diçûn Erebistana Siûdî, û ew wek "serdana yekê ya fermî" bi nav kir.

El-Şeri’ ku koma wî ya îslamî pêşengîya rûxandina Esed ya di Berfanbarê de kir, roja Çarşemê bû serokê demkî.

Şahê Erebistana Siûdî Selman û kurê wî Mîr Mihemed di nav kesên yekem de bûn ku jiber erkdarkirina el-Şeri’ ya fermî pîrozbahî li wî kirin.

Desthilatdarên Sûrî ji welatên dewlemend yên Kendavê hevîdar in ku ewê nûavakirina welatê wêranbûyî û vejandina aborîya wî fînanse bikin.

Roja Pêncşemê, Şamê pêşwaziya Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemîd El-Sanî kir.

Wî " pêwîstîya bilez ya avakirina hikûmetekê ku nûnertîya hemû pêkhateyan dike" ji civaka Sûrîyê destnîşan kir, da ku "aramî were xurtkirin û bi projeyên nûavakirin, geşepêdan û bextewarîyê bi pêş ve biçin".

Desthilatdarên Sûrî yên nû ji dema rûxandina Esed ve, bi berdewamî pêşwazîya şandeyên dîplomatîk dikin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG