Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Sûriya Demokrat Karkirina li gel Hikûmetê Erê Dike


Civata Sûriya Demokrat MSDê ku Kurd serkirdayetiya wê dikin erê kir kar li gel hikûmeta Sûriyê bike ji bo bidawîanîna şerê heft salan ê welêt.

MSDê baskê siyasî yê Hêzên Sûriyta Demokrat e ku Amerîka piştgiriya wan dike û navçeyên berfereh li bakurê rojhilata Sûriyê kontrol dike.

Wan îro Şemiyê di daxuyaniyekê de got, di kombûnekê de li gel berpirsên hikûmetê li Dîmeşqa paytext herdû aliyan erê kir li dor avakirina komîteyan ji bo goftûgoyên bêhtir heta karibin dawiyê li tundutijiya welêt bînin.

Daxuyaniyê her wiha got wan erê kir li dor danîna nexşeriyekê ji bo” Sûriyeka demokrat û ne merkezî.”

Aliyê hikûmeta Sûriyê hîn çi şîrove di vê derbarê de nedan e.

Meha Nîsanê serokê Sûriyê Beşar Esed huşdarî da ku ewê êrîşî herêmên bin destê HSDê ke.

XS
SM
MD
LG