Komandarên Hêzên Sûriya Demokrat HSDê dibêjin şerekeî giran li dijî barmayên çekdarên Daişê li rojhilatê Sûriyê bire ve diçe di demekê de ku HSDê hewil dide wê navçeyên ji çekdarên mayî paqij bike.
Êrîşên esmanî yên Koalisyona navnetewî îro Yekşemê erd hejandin û dûman hîn ji ser bingehekî radibe ku guman e cebilxaneyeke çekên Daişê ye.
HSDê operasyona leşkerî berdewam kir piştî rawestana du hefteyan ji bo derxistina sivîlan ji wê navçeyê.
Şervanên HSDê dibêjin piraniya çekdarên Daişê xwe di tunelên bin erdê de vedişêrin.
Têkbirina çekdarên Daişê li gundê Baxozê dawiyê li helmeta 4 salan a dijî gurûpa terorîst li Îraq û Sûriyê tîne.