Komandarekî Hêzên Sûriya Demokrat dibêje ew êdî di herêmeke biçûk de şerê gurûpa terorîs Daişê dikine.
Çiya Furat îro Şemiyê got wê hêzên wan nêzîk nûçeyeke baş ji hemî cîhanê re ragihînin, wek nîşanekê ji bo bidawîanîna Daişê li parêzgeha Dêrezorê ku cihê bermayên dawî yên Daişê ye.
Axaftina Çiya Furat li ser medya Kurdî belav bû, di nav de jî ajansa Hawarê.
Furat got çekdarên Daişê di navçeyekê de dorpêç bûne ku derdora 700 metrên çargoşe ye û êrîşa wan giran-giran dibe ji ber ku Daiş xelkê sivîl wek mertal bikar tîne.
Serokê Amerîka Donald Trump got wê koşka spî ragihandinekê li dor Sûriyê û şerê dijî Daişê belav bike.