Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûniştvanên Girêsipî Gazinan ji Kêmbûna û Nebaşbûna Nan Dikin


Xedîca Albedir ku temenê xwe 52 salin û ji xelkê taxa Cisir a Rojavayê Girêsipî ye ji bo Dengê Anerîka dibêje ku wan ji 10 rojan ve nanê gerim nexwerine, ku heger were peydakirin jî ew nan bi pûşê gênim û ceh hatiye sazkirin.

Ji bilî vê yekê xelk dibêjin ku bi bihabûna nirxê rojane yê dolarê Amrîkî, li gel nebûna derfetên kar, karîna wan nemeye ku pêdeviyên xwe ji xwarina rojane peyde bikin

Xelîl Alhenoş ku bavê 5 zarokan e û bêkare, dibêje ku ew zarokên xwe bi nanê tisî û çay xwedî dike, û bi destpêkirina serma û seqemê, neçare ku teker û plastîkan bişewitîne da ku zarokên xwe germ bike ji ber ku sûtemenî kêm û pir bihaye.

Piştî kontirolkirina bajarê Girêsipî ji aliyê Tirkîyê û gurûpên çekdar ên Sûrî ve, rewşa abûrî ya xelkê pir dijwar bû , ew yek jî li gor rûniştevanan ku tevahî rêxistin û saziyên xezmetgozerî yên cihanî ku derfetên kar peyda dikirin ji bajêr vekşiyan ji bilî ku rêveberiya xweser bi hezaran ji xelkê bi kar kiribû.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng/Mehmûd Balî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:20 0:00


XS
SM
MD
LG