Li ser banga Encûmana Sûriya Demokrat û bi beşdarbûna 5 hezar kes, hevdîtineke êlên Sûrî di bin navê “êlên Sûrî civakê daparêzin” hate lidarxistin.
Cîkirê serokê desteya rêveber a Encûmana Sûriya Demokrat Hikmet Hebîb ji Dengê Amerîka re ragihand ku ew dixwazin bi riya vê hevdîtinê peyamekê diyarbikin.
Hin beşdarên serokên êlan daxwazên xwe di hevdîtinan de diyar kirin, weke goftûgoya Sûrî, rewşa xizmetkuzarî û vegera welatiyan bo cih û warên xwe.
Serokê êla Cibûr Ekrem Mehşûş ji Dengê Amerîka re got ku hevdîtinên berê bê encambûn.
Rewşa siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, guftûgoya bi hikûmeta navendî re û danûstandina bi dewleta Tirk re, di vê kombûnê de hatin gotûbêjkirin.
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat Mezlûm Kobanî got hin mercên wan li gel dewleta Tirkiyê hene.
Kombûn bi daxwyaniyekê hate bidawîanîn û têde behsa sîstema nanavendî û distûreke ku mafê hemû pêkhateyan biparêze hate kirin.
Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke