Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye û Sûrîyê Danûstandinên Veşartî ligel Hizbullahê Red Dikin

Tirkîye û Sûrîyê raporteke ajansa Reutersê derbarê hevdîtinên veşartî ligel koma Hizbullaha Libnanî red kir.

Navenda Têkoşîna Dijî Dezenformasyonê ya Tirkîyê (DMM) îro ev raport bi daxuyanîyek bi Tirkî û Înglîzî ji ser X'ê red kir.

Şamê jî raporta Reutersê di daxûyanîyekê de li ser X'ê bi tundî red kir. Wezareta ragihandinê ya Sûrîyê piştî weşandina raportê got ku: “Ev îdîa ne rast in. Hevdîtineke wiha pêk nehatiye.”

Reutersê îro Pêncşemê raportek belav kir, tê de got ku civînên veşartî di navbera karbidestên Sûrîyê û nûnerên Hizbullahê li Tirkîyê bi amadebûna nûnerekî Amerîkayê pêk hatine. Ajans nûçeyan ji zarê şeş jêderên ku ji danûstandinan agahdar bûn, ev raport belav kir. Di nav jêderan de du karbidestên Sûrî, yekî Amerîkî û jêderekî payebilind yê ewlehîyê ya Libnanî ya nêzî Hizbullahê hebûn.

Li gor Reutersê, sê çavkanîyan got ku Tirkîyê jibo lidarxistina hevdîtinê hewl daye û civîn ser vexwendina sazîyên ewlekarîyê û îstixbarata Tirkîyê (MIT) hatiye lidarxistin.

DMM ragihandina ku karbidestên hikûmeta Sûrîyê û Hizbullahê di bin çavdêrîya Saziya MIT de li Tirkîyê hevdîtin kirine, wekî îdîayên "bi tevahî bêbingeh" pênase kir.

Navendê got ku îdîayên di raportê de yên derbarê dîrok, cîh, naverok û têkilîyên ku di raportê de hatine diyarkirin, rastîyê nîşan nadin û ew wek “derew û spekulatîf” binav kir.

DMM herwiha bang li “raya giştî kir ku tenê bawerîya xwe bi daxuyanîyên karbidestênên fermî bîne.”

Lê Reutersê piştî daxuyanîyên Enqerê û Şamê rapora xwe nû kir ku tê de redkirina herdu welatan heye. Lê Reutersê raporta xwe dîsa piştrast kir.

Hejmareke rojnamevanên Reutersê jî li ser X’ê bersiva daxuyanîya wezareta ragihandinê ya Sûrîyê da.

“Wezareta ragihandinê ya Sûrîyê raporta me red dike, lê em li pişt raporta xwe ne.”

Li gor Reutersê, ofîsa medya ya Hizbullahê jî heta dema amadekirina raportê nexwestîye ku li ser mijarê biaxive.

This item is part of
XS
SM
MD
LG