Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdullah Kiran: Piştî Vekişîna Amerîka Dê Rûsya Cihê wê li Sûriyê Bigre


ROUHANI PUTIN ERDOGAN

Serokê Rûsya Vladîmîr Putin, Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî di 14 Rêşemî 2019’a de li ser mesela Sûrîyê li Soçî hatibûn ba hev.

Piştî civîna Soçî, di daxuyanîya ku hate dayin de dîyar dike ku, di navbera Rûsya, Îran û Tirkîye de cudatîyên girîng hene.

Prof. Dr. Abdullah Kiran di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka dibêje, li ser mesela Sûrîyê û terorîzmê Putin û Rûhanî wek Erdogan nafikirin; Rûsya YPG’yê terorîst nabîne, Artêşa Surîy ya Azad terorîst dibîne, lê Tirkîye jî dijî vî difikire.

Abdullah Kiran dibêje heke Amerîka ji Sûrîyê derkeve cîyê Amerîkayê jî wê Rûsya tije bike:

“Heke Amerîka vekişe, Rûsya dê rola Amerîka bigre. Navbera Rusyayê û Îran’ê de ser mesela Sûrîyê de cûdatîyek tune. Heke Amerîka vekişe pêwendîyên Rûsya û Îranê jî bi Tirkîyê re dê wek berê nebe. Ji bo ku herdû dewlet di çareserîya mesela Sûrîyê de wek Tirkîyê temaşe nakin.”

Dr. Kiran, balê dikşîne ser pêwendîyên Tirkîyê û Sûrîyê jî û dibêje piştî hilbijardinên Tirkîyê di nabera Anqere û Şamê de hin pêwendîyên nû dibe ku destpêbikin.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:45 0:00

XS
SM
MD
LG