Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûriyê Banga Vekişîna Hêzên Tirkiyê ji Bakurê Welêt Dike


Sûriyê bang li Tirkiyê kir ku hêzên xwe ji bakurê welêt vekişîne û piştgiriya gurûpên çekdar ên opozisyonê bidawî bîne, li gor rêkeftina ewlekariya sala 1998ê di navbera herdû aliyan de.

Rûsya bang li Tirkiyê û Sûriyê kir ku ji bo xemên ewlekariya sînor, vegerin rêkeftina sala 1998ê, piştî biryara Amerîka ya vekişîna ji Sûriyê.

Tirkiyê dibêje ew rêkeftin maf dide wê ku derbasî Sûriyê be û şerê çekdarên Kurdên Sûriyê bike ku Enqera wan gef ji xwe re dibîne.

Rûsya dibêje piştî vekişîna Amerîka pêwîste Dîmeşq careke din wan navçeyan kontrol bike.

Ew ji Tirkiyê dixwaze ku ji bo seqamgîriya herêmên sînorî li gel hikûmeta Sûriyê biaxive.

XS
SM
MD
LG