Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNHCR: 640 Derbider ji Kampên Newroz û Waşokanî Vegerîyan Serê Kanîyê

Bi piştgirîya Komîserîya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberan (UNHCR) û rêveberîyên herêmî, 640 koçber bi awayekî dilxwazî ji kampên Newroz û Waşokanî vegerîyan bajarê Serê Kanîyê li Hesekê.

Di çarçoveya vê prosesê de, vegera van malbatan wekî gavê yekem ji bo destpêkirina jiyaneke aramtir û ewletir tê dîtin. Karbidestan diyar kir ku alîkarîyên domdar ji bo hêsankirina vegera koçberan û avakirina mercên guncaw li herêmê didomin.

Li gor daxuyanîya UNHCR'ê, ji meha Îlonê ve zêdetirî 17 hezar û 800 koçber bi piştgirîya komîserîyê vegerîyan Serê Kanîyê, ku ev jî nîşan dide ku hejmara vegeran di demên dawî de zêde bûye.

Vegera koçberan di nav hewildanên herêmî û navneteweyî de tê dîtin ku armanca wan peydakirin mercên ewle û guncaw ji bo vegera kesên ku ji ber şer û alozîyan koçber bûne ye.

Lê malbatên koçber ên li kampên Waşokanî û Serêkanîyê li gundewarê Hesekê, şeva Çarşemê ji ber barana zêde û bagera ku li herêmê qewimîn zirarên mezin dîtin.

Ev yek di demekê de ye ku bi hezaran koçber di nav mercên dijwar de, di konên kevn û xerab de dijîn. Herwiha daxwazên nû hatin dubarekirin ku vegera ewle ya van koçberan bo bajarê Serê Kanîyê û gundewarên wê bihête bilezkirin.

Îbrahîm Şêxo, berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, dibêje ku di çarçoveya vegera koçber û derbiderên Sûriyê bo deverên xwe yên resen de, zêdetirî 2 hezar malbat bi çar karwanan vegeriyane Serê Kanîyê. Li gorî wî, karwanê yekem rastî zext û êrîşên kesên ser bi komên çekdar ên li herêmê ve hatiye.

Ibrahim Sheikho
Ibrahim Sheikho

Şêxo herwiha ji Dengê Amerîkayê ragihand ku nêzîkî hezar malbat bi hemahengîyeke nîvfermî vegerîyane Girê Sipî, lê li wir jî rastî zext û êrîşan hatine û trimbêlên wan hatine şewitandin. Ew dibêje ku piştî destwerdana berpirsên parêzgeha Reqayê û hêzên ewlekarîya giştî yên Kobanîyê ji bo parastina malbatan tedbîr girtin.

Derbarê Efrînê jî, Şêxo dibêje ku li gor peymana 29'ê Çileya 2026an, zêdetirî 10 karwan, ku ji 80 hezar kesî zêdetir pêk dihatin, vegerîyane herêmê. Lê li gorî wî, hin astengî û zextan rê li ber vegerandina milkên xwe ji bo beşek ji kesên vegerîyane girtine. Ew dibêje ku nêzîkî 25 ji sedî hîn nikarin milkên xwe vegerînin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG