Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalisyona Navnetewî Raportên Kuştina Sivîlan li Sûriyê Red Dike


Koalisyona navnetewî ya bi serkirdayetiya Amerîka raportên doh, ên ku digotin êrîşên wê yên esmanî bi dehan sivîl li rojhilata Sûriyê kuştine, red kirin.

Medya dewleta Sûriyê, Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov û ajanseke nûçeyan a girêdayî Daişê, hemiyan doh Şemiyê ragihandibû ku êrîşên esmanî yên koalisyonê 40 kes kuştine û piraniya kuştiyan jin û zarok in.

Koalisyonê di daxuyaniyekê de got wê 19 êrîş li herêmê pêkanîn wek piştgirî ji bo operasyonên ser erdê yên dijî Daişê.

Ew dibêje hemî cihên êrîşkirî armancên rewa bûn û sivîl lê nebûn.

Ew dibêje 10 êrîşên din ên esmanî ne ji aliyê koalisyonê ve bûn.

Rûsya û Sûriyê êrîşan dijî çakdaran pêk tînin û Îraqê jî êrîşên esmanî dijî Daişê li wê herêmê pêk anîne.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG