Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Amerîka Hêzên Xwe ji Sûriyê Vedikşîne


Wêne ji Erşîfê ye
Wêne ji Erşîfê ye

Amerîka derengî roja Înê got ew biryara vekişîna hêzên xwe ji Sûriyê cîbicî dike.

Peyvdarê Pentagon Sean Robertson di daxuyaniyekê de got komandariya operasyonên li ser erdê proseya vekişînê cibicî dike di çarçoweya hevrêziyeke di nava hikûmeta Amerîkî de.

Robertson got:

“Vekişîn li gor şert û mercên ser erdê ye û axaftin li gel hevpar û hevalbendên me bû ye… Amerîka wê berdewam be di piştgiriya operasyonên koalisyonê de… bi mebestên ewlekariyê, em liv û tevgerên hêzan û demên wan gotûbêj nakin.”

Demekê berê roja Înê Amerîka red kiribû ku ew hêzên xwe ji Sûriyê vedikşîne.

Roja Pênşemê jî Pentagon gotibû Hêzên Amerîka dest bi vekişîna ji Sûriyê kiriye.

Gewahîderên ser erdê ji çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov re got wan 10 erebeyên leşkerî û hin aliyatên din ên leşkerî dîtin ku ji bingeha Amerîka ya li Rmêlanê berê xwe dane sînorên Îraqê.

XS
SM
MD
LG