Siyaseta Washingtonê li hember hikûmeta demkî ya Dîmeşqê rûbirûyî guhertineke berçav dibe, ku tê de daxwazên ewlehiyê û şerê dijî terorê cihê xwe tê de dibîne.
Di demekê de ku Neteweyên Yekbûyî dibîne ku Sûriye di qonaxeke veguhêz a krîtîk de derbas dibe, Washington tekez dike ku rêxistina DAIŞ'ê hîn jî metirsiyeke rasteqîne ye li wî welatî.
Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)ê roja Çarşemê ragihand ku di 19'ê Hezîranê de hêzên wan li bakurê rojavayê Sûrîyê êrîşek pêk anîn û di encamê de rêberekî payebilind ê DAIŞ'ê bi navê Elî Husên El I'lêwî hat kuştin.
Balyoza Amerîkayê Tammy Bruce, cîgira nûnerê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî, di rûniştineke Civata Ewlekariyê ya roja Duşemê de li ser rewşa Sûriyeyê, got ku DAIŞ "li Sûriyeyê hîn jî gefek rastîn e", û li ser girîngiya berdewamiya hewldanên navneteweyî ji bo şerê li dijî terorîzmê tekez kir.
Wê got jî, "Amerîka li bendê ye ku di şerê li dijî terorîzmê de rolê xwe bi berdewamî bilîze", û piştgiriya xwe ji bo hewldanên ku armanc dikin pêşxistina aramiyê û rûbirûbûna rêxistinên tundrê li herêmê dubare kir.
Ehmed El-Qurbî endamê Komîsyona Nivîsandina Destûra Sûriyê û rêveberê Navenda Diyaloga Siyasî got ku “metirsiya DAIŞ'ê hîn jî berdewam e. Her çend e ku hêza DAIŞ'ê gelekî paşve çûye, lê ew hîn jî heye, bi taybetî li bakurê rojhilatê Sûriyeyê.”
El-Qurbî diyar kir ku hikûmeta Sûriyê operasyonên leşkerî li dijî şaneyên terorîst radigihîne, çi li gundewarê Dîmaşqê be an jî li herêma rojhilat û bal kişande ser stratejiyek nû ji bo rûbirûbûna metirsiya DAIŞ'ê , ji ber ku DAIŞ li Sûrîya mîna derfetekê dinêre ji bo vegerandina hebûn û bandora xwe.
Civata Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li New York roja Duşemê civînek li dar xist, tê de Cîgirê Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Claudio Cordone, got Sûriye rûbirûyî qonaxeke krîtîk dibe, ku ligel pêşveçûna ber bi başbûnê ve, rûbirûyî astengiyên siyasî û mirovî yên berdewam jî dibe.
Cordone bal kişande ser derengketina avakirina Civata Gel (Parlamento) ku bûye sedema nerihetiyê. Wî her wiha girîngiya bidestxistina edaleta demkî bi lez û bez û dadperwerane, û hesabpirsîna hemî sûcdarên wehşet û sûcên hovane tekez kir.
Ehmed El-Qurbî endamê Komîsyona Nivîsandina Destûra Sûriyeyê, got ku “destkeftiyên gelekî baş û berçav hatine kirin. Ya herî girîng gihîştina rêkeftinê ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD). Lê wî dîsan got ku “astengiyên li pêş ne hêsan in û berdewambûna rêkeftina ligel HSD'ê û serkeftina tevlîkirina wê di nav saziyên hikûmetê de, wekî astengiyeke mezin tê dîtin û astengiyên din weke zindîkirina weberhênanê û vegerandina koçberan ji kampan."
Koma welatên Erebî di Civata Ewlekarîyê daxwaz kir ku Sûriye ji lîsteya dewletên ku piştgiriyê didin terorîzmê were derxistin, û girîngiya piştgiriya navneteweyî ji bo qonaxa veguhêz a welêt tekez kir.
Hejayî gotinê ye ku Endamê Komarî yê Kongresa Amerîkî Joe Wilson, li destpêka vê heftîyê ragihand ku wan bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re li hev kirine ji bo ku Sûriyê wekî dewletek piştgirîya terorîzmê.