Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Sûriyê Serdana Cezayîrê Dike


Wezîrê derve yê Sûriyê Feysel Meqdad (Arşîf)
Wezîrê derve yê Sûriyê Feysel Meqdad (Arşîf)

Medya fermî ya Sûriyê ragihand ku wezîrê derve yê Sûriyê Feysel Meqdad îro Şemiyê ji bo serdaneke fermî gihişte Cezayîrê.

Serdana Meqdad vebûna Şamê ji cîhana erebî re xurtir dike piştî ku ew bêtirî deh salan îzole bû, û wezîr ji aliyê wezîrê derve yê Cezayîrê Ehmed Ataf ve hate pêşwazîkirin, li gor radyoya dewletê ya Cezayîrê.

Tê çaverêkirin ku Meqdad di destpêka hefteya bê de jî serdana Tûnisê bike.

Sûriye û Tûnis roja Çarşemê li hev kirin ku balyozxaneyên xwe ji nû ve vekin, 11 sal piştî qutkirina peywendiyên Tûnisê ji bo protestokirina tepeserkirina kujer li ser xwepêşanderên dijberê Serokê Sûrîyê Beşar el-Esed.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG