Îsraîlê şeva borî derdora 800 karmendên berevaniya sivîl a Sûrî, ku her wiha bi navê Kumên Sipî tên nasîn, û malbatên wan ji Sûriyê derbasî welatê Urdunê kirin.
Polîsê Îsraîl û otombêlên Neteweyên Yekgirtî li gel karwanê basên wan bûn.
Hêzên berevaniya Îsraîlê ew wek sivîlan dan nasîn û di Twîtekê de got:” sivîl ji herêma şer a başûrê Sûriyê hatin derxistin ji ber gefa rasterast li ser jiyana wan.”
Berevaniya Îsraîlê got derxistina wan li ser daxwaza Amerîka û hin welatên Ewrupî bû.
Îsraîlê got ew hatin derxistin bo welatekî cîran, lê navê Urdun neanî ziman.
Ajansa nûçeyan a Urdunê Petra got Sûriyên li Urdunê di herêmeka girtî de dimînin.
Wê got Brîtanya, Almanya û Kanada erê kir ku di nava sê mehan de wan wek penaber wergirin.