Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîral Biroreda, Êrîşa ser Penaberên Kurd ji Aliyê Penaberên Ereb li Yûnanê Şîrove Dike


Di kampa penaberan de ya li girav "Mytilene" a Yûnanî, pêvçûnek tund di nav Kurd û Ereban de çêbû, û vîdyo û wêneyên wê li ser medya civakî bi berfirehî hatin belavkirin, ku di wan de diyar dibe hin kesên ereb bi dar û hestinan êrîşî Kurdan dikin û wan birîndar kirine. Dengê Amerîka hevpeyvînek bi Mîral Biroreda, endamê Saziya Biratî ya mafên mirovan re kir, da ku sedemên vê bûyerê zelel bike.

Birêz Mîral dibêje: "Sedema vê bûyerê, nakokiyên berê ne di hundrê Sûriyê de, ku rêjîma Sûrî 40 salî li ser kar kirbû ji bo dijbertiya Kurd û Ereban û DAIŞ jî hat û cudahiya Îslamtiyê di nav wan de ava kir."

Her wiha jî, wî got ku hikûmeta Yûnanî tewan bare di ber vê bûyerê de, ji ber ew çavê xwe li ser van nakokiyan digre, ji bo ku berjewendiyên xwe ji Yekîtiya Ewrupa misoger bike.

Di dawiyê de wî anî ziman, ku rikberiya Sûrî berpirsa herî serekî ye di vê bûyerê de, ku nikare dengê penaberên Sûriyê bi ronî û zelalî bighîne rêxistinên navnetewî, û ji ENKS jî tê xwestin ku ew vê bûyrê rake ber destê rêxistina Mafên Mirovan li Cinêvê ji bo ku careke din dûbare nebe.

Hevpeyvîna Mîral Biroreda-5-26-2018-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:04 0:00

XS
SM
MD
LG