Media fermi ya hikumeta Sûrîye ragehand, Serokê Sûrîye Beşar al Esed digel şandeka Rûsî derbarî danûstandinên aştîyê û bazirganîya dinav bera herdû welatan de civya.
Her ji dema destpêkirina şerê dem dirêj ya Sûrîye Rûsîa piştgirîya hikumeta Sûrî dike heta piranîya erde Sûrî ji deste çekdarên oposizyonê derxistî.
Rûsîa givaşê dike bo pêkanina danûstandinên aştîyê û nivisîna destoraka nû bo Sûrîye, lê Esed gomanê dixe liser şiyana beşdarbûna oposizyona Sûrî ewa Tirkiye piştgirî dike.
Acansa nûçeyên Sûrîye SANA ragehand, kombon liser gereka din ya danûstandinên Kazaxistanê dinav bera Rûsîa û Tirkiye ê Îranê bo.
Herwesa SANA da zanin, ko serokê Sûrîye digel nûnerê Rûsîa bo Sûrîye Alexander lavrentiev û cêgirê wezirê derve Sergei Vershinin û karbidestln berevanîya Rûsîa kombû.